Yekitiya Erebî qutkirina avê li ser Hesekê ji hêla dewleta Tirkiyê ve şermezar kir
Yekitiya Parlamenta Erebî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji hêla dewleta Tirkiyê ve şermezar kir û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku helwesteke diyar li hemberî siyasetên wê yên nemirovane nîşan bidin.
Yekitiyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku ew ji ber kirinên dijminatî yên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê bi rêya qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê metirsîdar in.
Yekitiyê kar û kirinên dewleta Tirkiyê şermezar kirin û bang li Yekitiya Ewropayê (YE) û tevahiya hêzên hezkiriyên aştiyê kir ku van tevger û sûcên dewleta Tirkiyê red bikin.
Her wiha bang li dewleta Tirkiyê kir ku rêzê ji mafên cîrantiyê re bigire û yekser mudexeleya xwe di kar û barên Sûriyê de rawestîne.
Eva çend salin ku dewleta Tirkiyê bi mihaneya şerê li dijî terorîstan, lê bi alîkariya terorîstan pareke mezin ji axa Sûriyê dagir kiriye û bi mihaneyên curbicur xelkê Sûriyê ceza dike ku yek ji wan birîna av û elekterîkê li ser wane.