HSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê şikand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322294-hsd’ê_êrîşa_li_ser_eyn_Îsayê_şikand
Dewleta Tirkiyê hewl da têkeve Eyn Îsayê. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dagirkeran da û êrîş şikand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2020 18:06 Asia/Tehran
  • HSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê şikand

Dewleta Tirkiyê hewl da têkeve Eyn Îsayê. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dagirkeran da û êrîş şikand.

Dewleta Tirkiyê  ku gelek deverên Sûriyê dagirk kiriye xwest xwe bigihîne nav gundê Muelek ê Eyn Îsayê û rêya M4’ê.

Hêzên HSD’ê li dagirkeran da û êrîşa wan şikand. Dagirker neçar man ku vegerin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirkiyê piştre du cih bomberdûman kirin.

Saet di 21:30’an de dewleta Tirkiyê li gundê Soxanekê ya Şerawaya Efrînê bomberdûman kir. Derbarê vê bomberdûmanê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirkiyê her roj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bomberdûman dike.