Joel Rayburn bi dewletên herêmê re nîqaşa çareserkirina siyasî li Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322159-joel_rayburn_bi_dewletên_herêmê_re_nîqaşa_çareserkirina_siyasî_li_sûriyê_kir
Balyozxana Amerîkayê ya li Sûriyê eşkere kir ku nûnerê taybet yê Amerîkayê li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de nîqaş kir ku pêwîstî bi xebata pêkanîna çareseriyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2020 00:47 Asia/Tehran
  •  Joel Rayburn bi dewletên herêmê re nîqaşa çareserkirina siyasî li Sûriyê kir

Balyozxana Amerîkayê ya li Sûriyê eşkere kir ku nûnerê taybet yê Amerîkayê li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de nîqaş kir ku pêwîstî bi xebata pêkanîna çareseriyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê heye.

Balyozxana Amerîkayê ya li Sûriyê li ser twitterê daxuyand ku nûnerê taybet ê Amerîkayê li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de, bi dewlet û rejîmên Tirkiye, Misir, Îsraîlê û berpisên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (yên bixweragihandî) re rewşa Sûriyê û aştiya li vî welatî nîqaş kir û îdia kir ku divê xebat ji bo pêkanîna çareyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariya ya 2254’an pêk were.

Joel Rayburn herwiha îdia kir ku welatê wî li gorî dabînkirina pêdiviyên mirovî, avakirina aramî û ewlehiya guncaw ji bo pêşerojeke baş ji gelê Sûriyê re, tevdigere.