Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din vîrusa koroneyê vegirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321954-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_33_kesên_din_vîrusa_koroneyê_vegirt
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" duh ragihand ku li herêmê du kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 33 kesên din jî pê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2020 05:09 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din vîrusa koroneyê vegirt

Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" duh ragihand ku li herêmê du kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 33 kesên din jî pê ketine.

Dr.Ciwan Mistefa hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku zilamek ji Qamişloyê û jinek ji Şehbayê bi koronayê mirine.

Her wiha ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din (20 mêr û 13 jin) bi vîrusê ketine.

Mistefa bi bîr xist ku 5 nexweş jî baş bûne.

Li gorî vê daneyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 7 hezar û 46 nexweşan, jê 197 kes mirine û hezar û 37 kes jî baş bûne.