Komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê li Sûriyê hat damezirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321857-komeke_nû_ya_terorîst_a_ser_bi_tirkiyê_li_sûriyê_hat_damezirandin
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala damezirandina komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê bi navê "Hereket Ehrar Sûriyê" li bakurê rojavayê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2020 15:01 Asia/Tehran
  • Komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê li Sûriyê hat damezirandin

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala damezirandina komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê bi navê "Hereket Ehrar Sûriyê" li bakurê rojavayê vî welatî kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Koma bi navê Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ya ser bi dijberan ragihand ku vê koma terorîst a nû roja Îniyê li navçeya Efrînê li parêzgeha Helebê ya bakurê rojavayê Sûriyê çêbûna xwe ragihandiye.

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye ku ev koma terorîst  ser bi servîsên istixbaratî yên Tirkiyê ye ku endamên wê çekdarên kurd,  ereb û tirkmen in û kesek bi navê Dîdan Hesen El-Kelî jî serokê wê ye.