Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 120 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321837-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_120_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ragihand ku 120 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2020 04:59 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 120 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ragihand ku 120 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku du kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Mistefa destnîşan kir ku 120 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine, ji wan 62 mêr in û 58 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 12

Dêrik: 5

Qamişlo: 6

Girkê legê: 1

Amûdê: 1

Dirbêsiyê: 1

Tebqa: 26

Kobanê: 21

Reqa: 13

Dêrazorê: 13

Şehba: 17

Minbic: 4

Mistefa da zanîn ku ji nav pêketiyên koronayê 14 kes baş bûn.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 945 kesan ji wan 189 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 19 kes baş bûne.