Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321462-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_111_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 16, 2020 20:31 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê mirine, 2 mêrên ji Hesekê ne, 2 ji Minbicê ne û kesek jî ji Dirbêsiyê ne.

Mistefa destnîşan kir ku 111 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 56 mêr in û 55 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14Dêrik: 12Qamişlo: 15Amûdê: 1Girkê Legê: 2Tirbespiyê: 1Dirbêsiyê: 1Kobanê: 14Tebqa: 21Reqa: 13Minbic: 6Şehba: 11

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê, 19 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 230 kesî, ji wan 888 kes baş bûne û 163 kesan jiyana xwe ji dest daye.