Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelîm wefat kir
Mijdar 16, 2020 12:54 Asia/Tehran
Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Muelim koça dawiyê kir.
Televizyona fermî ya Sûriyê belav kir, Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Muelim îro danê sibê di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.
Vê televîziyonê herwiha diyar kir ku Welîd Muelim sala 1941an li Şamê ji dayik bûbû û di sala 1963an de li zanîngeha Qahîreyê lîsansa aborî bi dest xistiye.
Muallem di salên 1990-1999'an de wek Balyozê Sûriyê li Amerîkayê bû. Piştre di destpêka sala 2000'an de bû Alîkarê Wezîrê Derve. Di sala 2005'an de wek Cîgirê Wezîrê Derve dest bi kar kir û ji sala 2006'an û vir ve wek Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan bû.