Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest da
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest daye û 88 kes jî bi korona ketine.
Hevserokê Desteya Tenuristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku bi koranayê mirine; yek jin e û ji Çilaxa ye, 3 jî mêr in û ji Dêrîk, Qamişlo û Dirbêsiyê ne.
Her wiha Mistefa da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 88 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine, ji wan 53 kes mêr in û 35 jî jin in û ji van herêman in:
Hesekê: 36
Dêrik: 20
Qamişlo: 14
Amûdê: 6
Girkê Legê: 5
Rimêlan: 3
Kobanê: 1
Şehba: 3
Ciwan Mistefa piştrast kir ku 13 kesên ku di demên berê de bi koronayê ketine jî baş bûne.
Hejmara pêketiyên nexweşiya koronayê tevî van kesên ku nû pê ketine, gihaşt 5 hezar 929 kesan, ji wan 153 kes mirine û 852 jî baş bûne.