Şandeya Swêdê seredana xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320649-Şandeya_swêdê_seredana_xwe_ji_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_bi_dawî_anî
Duh şandeya Siwêdê ya ku 5 rojan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê maye, vegeriya welatê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 04:39 Asia/Tehran
  • Şandeya Swêdê seredana xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî anî

Duh şandeya Siwêdê ya ku 5 rojan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê maye, vegeriya welatê xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Piştî ger û rêzehevpeyvînên bi dema 5 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtina bi fermandarên siyasî û leşkerî, bi berpirsên Rêveberiya Xweser û nûnerên PYNK’ê, meclis, saziyên sivîl û kampên koçberan re, şeva çûyî şandeya Swêdê ji herêmê derket û gihaşt Herêma Kurdistanê, da ku vegera welatê xwe.

Şemiya borî, şandeya Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi rêya dergeha Sêmalkayê re gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji serokê şandeyê û nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Swêdê Bear Ornius, berpirsên dosyaya mirovî û alîkariyan a Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Ewropî ya Aştiyê Evîn Çetîn pêk dihat.