Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320612-firokeyên_tirkiyê_gundewarê_dêrikê_bombebaran_kir
Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê kurdên Sûriyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2020 05:20 Asia/Tehran
  • Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê kurdên Sûriyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku firokeyeke bêfirokevan a ser bi artêşa Tirkiyê duh sêşemê 20ê Cotmeha 2020an nêzîkî gundê Mezrî yê ser bi Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku du welatiyan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.

Tê destnîşankirin ku bûye demek, gelek firokeyên ser bi artêşa Tirkiyê, li esmanê bajarên kurdî yên Sûriyê difirin.