​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320375-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_71_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li vê deverê 2 kesên din ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li vê deverê 2 kesên din ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi koronayê mirine yek mêr e û ji Kobanê ye û ya din jî jin e û ji Hesekê ye.

Her wiha Mistefa diyar kir ku 71 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 33 mêr in û 38 jî jin in û li van herêman in: Hesekê, 16 kes, Qamişlo, 17 kes, Dêrik, 11 kes, Amûdê, 10 kes, Girkê Legê, 9 kes, Dirbêsiyê, 5 kes, Çilaxa, 1 kes, Rimêlan, 1 kes û Til Koçer jî 1 kes.

Ciwn Mistefa destnîşan kir ku 11 kes jî ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van zanyariyan re hejmara pêketiyên koronayê gihêşt 2 hezar û 517 kesan, ji wan 86 kesan jiyana xwe jidest daye û 595 kes jî baş bûne.