Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" efûya giştî derxist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320292-rêveberiya_xweser_a_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_efûya_giştî_derxist
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên ku beriya 10`ê vê Cotmehê pêk hatine, efû kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 18:13 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên ku beriya 10`ê vê Cotmehê pêk hatine, efû kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Giştî ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îro hemû sûcdarên ku beriya 10`ê Cotmehê sûc pêk anîne, efû kirin. Rêveberiyê biryarnameyek derxist û di nav de sûcên ku nakevin nava biryara efûyê, diyar kirin. Biryarname wiha ye:

“Hemû sûcên ku beriya dîroka 10`ê Cotmeha 2020`an pêk hatine, efû dibin, li gorî wê:

Madeya 3:

Sûcên ku nakevin nava biryara efûyê:

1- Sûcên îxanet û ajantiyê.

2- Sûcên kuştina bi hinceta namûsê.

3- Sûcên bazirganiya madeyên hişbirê.

4- Fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.

5- Sûcdarên ku ji edaletê reviyane, di 60 rojên piştî derketina vê biyrarê de heke li herêmên Rêveberiya Xweser bin û di 90 rojî de heke li derveyî herêmê bin, divê xwe radest bikin.

6- Cezayên pereyan.

Madeya 6:

Ev biryar ji dîroka derketina wê ji aliyê "Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ve derketiye, tê pêkanîn.