Bişar Esed li ser dewama hebûna leşkerî ya Rûsiyê li Sûriyê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320044-bişar_esed_li_ser_dewama_hebûna_leşkerî_ya_rûsiyê_li_sûriyê_pêgirî_kir
Serokomarê Sûriyê daxwaza dewama hebûna leşkerî ya Rûsiyê li wî welatî heta kokbirkirina têrorîsmê û pêkanîna elwehiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2020 14:57 Asia/Tehran
  • Bişar Esed li ser dewama hebûna leşkerî ya Rûsiyê li Sûriyê pêgirî kir

Serokomarê Sûriyê daxwaza dewama hebûna leşkerî ya Rûsiyê li wî welatî heta kokbirkirina têrorîsmê û pêkanîna elwehiyê kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ISNA'yê, Bişar Esed Serokomarê Sûriyê pesna rola Rûsiyê jibo kêmkirina qeyranê li welatê xwe da û got: Rûsiye li kêleka artêşa Sûriyê hema wisa şerê dijî têrorîsmê dike.

Serokomarê Sûriyê her wiha siyaseta dijminane ya welatên rojavayî hokara pêkanîna nakokiyê di pergala navneteweyî navbera hêzxurtên cîhanê da zanîn û got: Cîhana îro hewcedara hevsengiyê ye û Rûsiye divê ku vê hevssengiya jidestçûyî vegerîne.