HSD’ê li ser sînorê Iraq û Suriyeyê dest bi pêngavek nû kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319834-hsd’ê_li_ser_sînorê_iraq_û_suriyeyê_dest_bi_pêngavek_nû_kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînorê Iraq û Sûriyê li dijî hucreyên (veşargehên) DAÎŞ’ê dest bi pêngavekê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2020 13:49 Asia/Tehran
  • HSD’ê li ser sînorê Iraq û Suriyeyê dest bi pêngavek nû kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînorê Iraq û Sûriyê li dijî hucreyên (veşargehên) DAÎŞ’ê dest bi pêngavekê kirin.

HSD’ê li herêma Wadî El Ecîc a li ser sînorê Sûriye û Iraqê ya li herêma Dêra Zorê dest bi pêngaveke nû kir. Armanc ji pêngavê têkbirina veşargehên çeteyên DAÎŞ’ê ye.

Hat îdiakirin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî ji hewayê ve piştgiriyê didin pêngavê. Pêngav wê bi taybetî li hemberî rêyên veguhastinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ji bo çek û personelan bi kar tînin, bê kirin.