PYD: "Dema wê ye ku Tirkiye ji Sûriyê were qewirandin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319644-pyd_dema_wê_ye_ku_tirkiye_ji_sûriyê_were_qewirandin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) li Herêma Firatê got: Me xwe jibo derxistina Tirkiyê ji seranserî Sûriyê amade kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • PYD:

Hevserokê Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) li Herêma Firatê got: Me xwe jibo derxistina Tirkiyê ji seranserî Sûriyê amade kiriye.

Ehmed Şêxo Hevserokê Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) li Herêma Firatê û endamê Konseya Rêbertiyê ya PYD'ê di gotûbêja bi Kurd Pressê ra got: Me wek PYD ragihand ku demaqewirandin û derxistina dagîrkeran ji Kurdistana Sûriyê û navçeyên dagîrkirî hatiye.

Wî got: Me navçeyên dagîrbûyî ji bîr nekirine û me xwe jibo rizgarkirina van navçeyan amade kiriye.

Ehmed Şêxo got: Ne tenê dema derxistina destdirêjkeran ji Kurdistana Sûriyê hatiye, belkê divê em wan ji tevahiya axa Sûriyê derxînin.