Leşkerên Tirkiyê ji gundên Efrînê gelek sivîl revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319078-leşkerên_tirkiyê_ji_gundên_efrînê_gelek_sivîl_revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirkiyê ya ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye, komek sivîl ji gundên kantona Efrînê revandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2020 07:34 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê ji gundên Efrînê gelek sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirkiyê ya ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye, komek sivîl ji gundên kantona Efrînê revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi  daxuyaniyek nivîskî piştrast kir ku çeteyên ‘El-Emniyat’ ên girêdayî artêşa Tirkiyê bi hevkariya çeteyên polîsên leşkerî yên li Efrînê 6 bira û zarokên wan ên ji gundên Şêx Kêlê yê girêdayî navçeya Mataba revandin û sedema vê yekê ne diyar e.

Rêxistinê da zanîn ku welatiyê bi navê Îsam Şêx Kêlo yekser serbest hate berdan û yên din birin navendên El-Emniyat ên li Efrînê yên li Çerxeriya Kawa û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên polîsên sivîl ên girêdayî artêşa Tirkiyê duh welatiyên bi navên Reşîd Bîlal (56) ê kurê Menan û Fatma, Kawa Hido (43) ê kurê Seîd û Zelûx yên ji gundê Şekato yê navçeya Şiyê revandin.