Ebdî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318852-ebdî_bang_li_garantorên_stenbol_û_soçiyê_kir_ku_binpêkirinên_tirkiyê_rawestînin
Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2020 18:38 Asia/Tehran
  • Ebdî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin

Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin. 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivisî: "Destpêka vê hefteyê, dagirkeriya Tirkiyê rêvebera Desteya Parastinê dema ku erka xwe ya rojane li bajarê Eyn Îsayê bi cih dianî kir hedef. Di encamê ajokarê wê şehîd bû û alîkarekî wê birîndar bû. Ev yek peymanên 17 û 23'yê Cotmehê binpê dike.

Em bang li aliyên garantorên Stenbol û Soşî dikin ku erkên xwe bi cih bînin, mekanîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê û parastina niştecihên herêmê û karmendên rêveberiyê ji hedefên bizanebûn û bomdar bibînin."