Tîrmeh 24, 2020 20:58 Asia/Tehran
  • Sûriye - Xwenîşandana dijî Amerîkayê li gundekî parêzgeha Hesekeyê

Bi sedan kes ji xelkê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê biu nîşana hebûna neqanûnî ya çekdarên amerîkî xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Fars Newsê, Gelê gundê Wetwetiyê yê ser bi Qamişloyê li parêzgeha Heesekeya Sûriyê bi xwenîşandanekê tevî pêgiriya li ser derketina çekdarên dagîrker ên Amerîka û Tirkiyê boykotên yekalî lidijî welatê xwe şermezar kirin.

Beşdaran bi bilindkirina hin dirûşmeyan ragihandin ku amerîkî bi talankirina petrola Sûriyê û heyitiyên din û berhemên çandiniyê, gelê Sûriyê ji risqê xwe bêpar kirine da ku wan neçar bikin ji mal û warê xwe koç bikin û paşê dest daynin ser heyitiyên wan.

Xwenîşanderan her wiha destnîşan kirin ku di bin tu zextekê dest ji usûlên xwe yên berevaniya ji dewletû  welatê xwe nakişînin.

 

 

 

Serepeyv