Nûnertiya MSD`ê li Washingtonê panelek li dar xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317990-nûnertiya_msd_ê_li_washingtonê_panelek_li_dar_xist
Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk a Washingtonê bi Zanîngeha Colombiyayê re panelek der barê pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2020 10:44 Asia/Tehran
  • Nûnertiya MSD`ê li Washingtonê panelek li dar xist

Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk a Washingtonê bi Zanîngeha Colombiyayê re panelek der barê pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar xist.

Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) nivîsîiye: "Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed, balyoz û dîplomatê berê Peter Galbraith, ji Peymangeha Washingtonê seroka koma lêkolînên Sûriyê Dana Stroll û siyasetmedarê amerîkî David Pollock, her wiha koordînatorê bernameya aştiyê û mafên mirovan di Zanîngeha Colombiyayê de David Phillips beşdarî panelê bûn.

Di panelê de Sînem Mihemed der barê nêrîna MSD`ê ji pêşeroja Sûriyê re û çareseriya li welêt re axivî.

Sînem her sê nimûneyên heyî; nimûneya sîstema desthilatdar ku dixwaze xaka Sûriyê bixe bin serwriya xwe bêyî ku siyaseta wê biguhere û nimûneya Idlib û herêmên ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, sûcên ku rojane li dijî gelê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve têne kirin bi taybet li herêmên Efrîn û Serêkaniyê di panelê de şîrove kirin.

Nimûneya sêyemîn jî ya Rêveberiya Xweser e ku bi pirrengiyê, beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê, parastina herêmê ji tundrawiyê tê naskirin.  Her wiha Sînem Mihemed îşaret bi rola jinan di hemû aliyên jiyanî de di nava pergala Xweseriya Demokratîk de kir."