Çeteyên Tirkiyê li Efrînê agir bi daristanê xistin
May 31, 2020 20:42 Asia/Tehran
Çeteyên dewleta Tirkiyê ya dagirker li Cindirêsa Efrînê agir bi daristanê xistin.
Êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker û ya çeteyên wê didome.
Çeteyên bi navê ‘Feylek El Rihman’ ê dewleta Tirkiyê îro li gundê Tetara ya Cindirêsa Efrînê agir bi daristanê xist.
Hate diyarkirin ku çeteyan nehiştin gel şewatê bitevîne. Hate diyarkirin ku şewat didome.