Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê zeviyên çandinê yên cotkarên Kurd ên Sûriyê dişewitînin
Li deverên kurdî li Sûriyê bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku hin deverên kurdî dagir kirine zeviyên cotyaran dişewitînin. Li herêma Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar şewitîne.
Bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotyaran, bi taybet li hersê herêmên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa dubare dibin.
Roja 19ê Gulanê, agir kete zeviyên gundê Tiwêçîl, li rojavayê Serê Kaniyê. Li gor çavkaniyeke taybet derdora 700 hektar zevî şewitîne. Di heman rojê de, agir kete zeviyên gundê Şekeriyê, li rojhilatê Serê Kaniyê û li wî gundî jî ku gundê Kurdên Êzidî ye, rûberek zevî şewitiye.
Her roja 19ê Gulanê, agir xistin zeviyên her sê gundên Um el Kêf, Derdare û Tewîle li gundewarên Til Temir.
Roja 18ê Gulanê, agir ketibû zeviyên her çar gundên Menacîr, Ehras, Amiriye û Şibliyê û li her çar gundên başûrê Serê Kaniyê, nêzî 1000 hektar zevî şewîtîne.
Roja 15ê Gulanê jî, agir ketibû zeviyên 3ê gundên herêma Eyn Îsa.
Agir ji zeviyên gundê el Muhre destpê kiribû û gihaştibû herdu gundên Xirbet el Beqer û Zenûbe.
Di mewsîma sala borî de, rûberekî berfireh ji zeviyên cotyarên kurd ên sûrî şewitîbûn. Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, 42 hezar hektar zeviyên cotyaran şewitîbûn, lê li gor amarên ne fermî, nêzîkî 55 hezar hektar zevî li herêmên kurdî yên Sûriyê şewitîbûn.
Çavakniyên Herêmê dibêjin ku şewitandina zeviyên kurdan karê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ne da ku wan neçar bikin ji navçê barkin û dewsa wan malbatên çeteyan û ereb û tirkmanan bi cih bikin.