Li Serê Kaniyê grûpên çekdar bihev ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316258-li_serê_kaniyê_grûpên_çekdar_bihev_ketin
Li rojavayê bajarê dagîr bûyî bi destê Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê yê Serê Kaniyê li bakurê Sûriyê, şer û pevçûn di navbera terorîstên çekdar ên grûpa El Hemzat de derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2020 16:18 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê grûpên çekdar bihev ketin

Li rojavayê bajarê dagîr bûyî bi destê Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê yê Serê Kaniyê li bakurê Sûriyê, şer û pevçûn di navbera terorîstên çekdar ên grûpa El Hemzat de derket.

Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê, şer û pevçûn li gundê Eyn Hîsan derketiye û di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin û herwiha hejmareke çekdar jî birîndar bûne.

SANAyê diyar kir ku sedema şer û pevçûnan nakokiya li ser diziyê û veguhestina hinek tiştên diziyê bo Tirkiyê bûye.

Li gorî heman ajansê, di encama şer û pevçûnên çekdarên grûpa navborî de, agir girtibû zeviyên ceh û genimên cotkarên gundê Eyn Hîsan.