Li Sûriyê 15 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê duh ragihand ku 15 kesên din bi Vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û bi wê re jî hejmara giştî bû 121 kes. Her wiha 41 kes baş bûne û 4 jî mirine.
Li gorî rapora ANHA'yê, Ajansa SANA'yê li ser zimanê berdevkê dewleta Sûriyê ragihand ku Wezareta Tenduristiyê 15 rewşên nû yên Vîrûsa Koronayê tomar kirine ku 9 ji Kiwêt, 5 ji Sûdan û yek jî ji Îmaratê hatibûn Sûriyê.
Wezaretê bal kişand ser ku hejmara giştî ya kesên li Sûriyê bi Vîrûsa Koronayê ketine, heta îro 121 e, jê 41 kes baş bûne û 4 jî mirine.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ji destpêka vê mehê ve tu rewşên pêketina Vîrûsa Koronayê nehatine qeykirin, lê belê di 22’yê Adara borî de kesek ji derveyî welat hatibû, hat tomarkirin. Her wiha yekemîn rewşa mirinê jî di 29’ê heman mehê de hat tomarkirin.
Her wiha tîma ku hikumeta Sûriyê ji bo çavdêriya Vîrûsa Koronayê ava kiriye, biryara rakirina qedexeya derketinê ya şevê bi giştî da, her wiha hişt ku welatî li nava parêzgehan de bigerin. Dema vekirina dikan û sûkan jî ji saet 8’ê sibehê heta 7’ê êvarê dirêj kir.