SANA: Terorîstan genmên cotkarên Sûriyê diben Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316193-sana_terorîstan_genmên_cotkarên_sûriyê_diben_tirkiyê
Ajansa Nûçan a Sûriyê SANA ragihand ku artêşa Tirkiyê û terorîstên wê bi zorê genmê xelkê Serê kaniyê û gundên wê ji xelkê navçê distînin û dişînin Tirkiyê, bêyî ku tiştekê bidin wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • SANA: Terorîstan genmên cotkarên Sûriyê diben Tirkiyê

Ajansa Nûçan a Sûriyê SANA ragihand ku artêşa Tirkiyê û terorîstên wê bi zorê genmê xelkê Serê kaniyê û gundên wê ji xelkê navçê distînin û dişînin Tirkiyê, bêyî ku tiştekê bidin wan.

SANA îro ragihand hêzên dagîrker ên tirk û terorîstên pê re bi berdewamiya kiryarên terorîstî li dijî xelkê kurd û pêkhatiyên din li parêzgeha Hesekê û bajar û gundên Serê Kaniyê bi destdanîna ser wesayîtên dirotina ceh û genim ên xelkê cotkar , cih û genimên wan didizin û diben nav axa Tirkiyê.

Li gor nûçeya vê ajansê artêşa dagîrker a Tirkiyê û çeteyên wê bi darê zorê desdanîne ser zeviyên ziraeta xelkê  û gefê li wan dixwen ku eger sedî 15 ji dexl û danên xwe nedin wan wê zeviyên wan bişewitîn çawa ku heya niha ev kara bi caran kirine .

Li gor nûçeya duh ya SANA Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê heya niha bi sedan hektar ji dexl û danên xelkê li bakura Sûriyê bi taybet li bajarên Til Temir û Ebû Rasîn û Serê Kaniyê yên parêzgeha Hesekê şewitandine.