Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê banga hesabxwestina ji Dewleta Tirkiyê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316157-malbatên_zarokên_komkujiya_til_rifetê_banga_hesabxwestina_ji_dewleta_tirkiyê_kirin
Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê cilên cejnê ji zarokên xwe yên qurbanî re kirîn û serdana gorên wan kirin. Malbatan bang li rêxistinên têkildarî mafên zarokan kirin ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2020 13:19 Asia/Tehran
  • Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê banga hesabxwestina ji Dewleta Tirkiyê kirin

Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê cilên cejnê ji zarokên xwe yên qurbanî re kirîn û serdana gorên wan kirin. Malbatan bang li rêxistinên têkildarî mafên zarokan kirin ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di 2`ê Kanûna 2019`an de li dijî zarokên Efrînê yên koçberî herêmên Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî. Di komkujiyê de 10 kesên ku 8 ji wan zarok bûn hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Malbatên kuştiyên komkujiya Til Rifetê bi hesreta wendakirina zarokên xwe Cejna Remezanê pêşwazî kirin. Di sibeha roja yekê ya cejnê de, malbatên zarokên qurbanî serdana gorên zarokên xwe kirin û cilên cejnê, şekir û gul danîn ser gorên wan.

Bavê her du zarokên qurbanî Semîr Hiso (9 salî) û Mihemed Hiso (15 salî) Ebdulrehman Hiso ji ajansa nûçeyan a Hawar Newsê re wiha got: "Ev cejna yekê ye ku bêyî zarokên me derbas dibe. Beriya cejnê, zarokên min û hevjîna min xwest em cilên cejnê ji Mihemed û Semîr re jî bikirin, ji ber ku ew hîs dikin ku hîna di nava me de ne û bi me re ne."

Ebdulrehman Hiso bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li ser komkujiya Til Rifetê ku Dewleta Tirkiyê li dijî zarokan pêk aniye, jê hesabê bixwazin.

Esmehan Xelo ku dayika zarokê qurbanî Arif Mihemed e (6), wiha dibêje: "Min cilên cejnê ji kurê xwe yê kuştî re kirîn. Ev cejna yekê ye ku em bêyî Arif pêşwazî dikin. Di sibeha cejnê de min serdana gora lawê xwe kir. Min jê re got "min ji te re cilên cejnê anîn."

Esmehanê bang li rêxistinên hiqûqî û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin, da ku komkujî û binpêkirinên li dijî wan û zarokên wan dubare nebin û wiha got: "Tevî her tiştê me dîtiyejî, em bi hêvî ne ku di demeke nêz de vegerin Efrînê."