Ev du roj in artêşa Tirkiyê zeviyên rojavayê Til Temirê dişewitîne
Ev du roj in artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê agir bi zadên gundewarên rojavayê navçeya Til Temrê dixînin.
Duh artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Niştimanî ya Sûrî" agir bi hilberînên gelek gundan xistin û lê hîn jî zadên gundewarên navçeyê Til Temrê dişewitînin.
Ev du rojin artêşa Tirkiyê û çeteyên wê agir bi hilberînên gundan dixînin û ji wan gundên Erîşa, Dawidiyê, Sîbatiyê û Ezîziyê. Her wiha zadên gundên Reyhaniyê, Qasimiyê û Um El-Kêf a başûrê bajêr jî hatin şewitandin.
Agir berbelav dibe û şêniyên gundê Til Tewîl ê başûrê rojavayê bajêr ditirsin ku agir bigihêje hilberînên wan jî.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê tîmên agirkujiyê dikin armanc, ji ber vê tîm nikare xwe bighîne devera şewatê
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê piştî Til Temirê agir bi zeviyên li gundên Zirganê xistin. Hate diyarkirin ku agir bi zeviyên di navbera gundên Enîq El Hewa û Til Mihemedê hatiye xistin. Şewata li herêmê didome.