Dagirker gundekî din ê Eyn Îsa topbaran dikin: Zevî dişewitin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316080-dagirker_gundekî_din_ê_eyn_Îsa_topbaran_dikin_zevî_dişewitin
Gundê Mexaleq ê dikeve rojavayê Eyn Îsayê tê topbarankirin û zeviyên çandiniyê tên şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2020 05:34 Asia/Tehran
  • Dagirker gundekî din ê Eyn Îsa topbaran dikin: Zevî dişewitin

Gundê Mexaleq ê dikeve rojavayê Eyn Îsayê tê topbarankirin û zeviyên çandiniyê tên şewitandin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Hawar Newsê, Leşker û çeteyên artêşa Tirkiyê gundê Mexaleq ê rojavayê navçeya Eyn topbaran dikin. Ji ber topbaranê dexl û danên şêniyan dişewitin.

Agir nêzî kampê dibe, hêzên dagirker rê neda tîmên agirkujê ku şewatê vemirînin û wan dikin hedef.Beriya du saetan jî dagirkeran li gundê Temamiyê yê Eyn Îsayê agir bi zeviyan xistin.