Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana gundên Girê Spî û Eyn Îsayê didomîne
Gundên Hoşan û Xalidiyê yên navça Eyn Îsayê ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin. Herwiha ji ber topbarana hêzên tirk û çeteyên wan agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Girê Spî ket ku ev şewat berdewam dike.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana li ser gundên Huriye, Qizelî û Kopirlik ên rojavayê bajarê Girê Spî didomînin û şewata zeviyên çandiniyê jî berdewam e.
Herwiha leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên navçeya Eyn Îsayê jî topbaran dikin. Ji ber topbaranê agir bi zeviyên van gundan jî ketiye.
Hîn jî topbaran û şewata li zeviyên kurdên Sûriyê didomin.
Xelkê navçê dibêjin ziyana ku ji ber van şewatan gihêştiye cotkaran û xelkê gundan ji ziyanên ku DAIŞê gihandibû wan jî zêde ye.