Efrîn - Balefirekê otomobîleke çekdarên ser bi Tirkiyê bombebaran kir
May 21, 2020 20:43 Asia/Tehran
Balefireke bê balefirvan otomobîleke leşkerî ya çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li Efrînê bombebaran kir û çeteyên tê de hatin kuştin.
Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro balefireke bê balefirvan otomobîleke leşkerî ya çekdaran di navbera gundên Îska û Şadêrê de bombebaran kir û hemû çeteyên tê de hatin kuştin.
Heta niha nayê zanîn ew balefir ser bi kîjan aliyekî ve ye û herwiha nayê zanîn çekdarên hatine kuştin jî bi ser çi grubekî ve ne.