HSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316030-hsd_ê_li_dêrazorê_şaneyek_veşartî_ya_daiŞ_ê_girt
HSD‘ê ragihand, li herêma Kesrata ya Dêrazorê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin û rêjeyek teqemenî û alavên din hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 16:35 Asia/Tehran
  • HSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt

HSD‘ê ragihand, li herêma Kesrata ya Dêrazorê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin û rêjeyek teqemenî û alavên din hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîsîk ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) di dîroka 16‘ê Gulanê operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li dar xist. HSD‘ê diyar kir ku bi operasyonê rê li ber êrişekê hate girtin.

HSDê herwiha di daxuyaniyê xwe de ragihand: "Roja 17‘ê Gulanê li herêma Dêrazor li ser rêya Kesrata, ji aliyê Yekineyên Antî-Teror ve operasyonek taybet li hemberî şaneyekî sabotajê ya DAIŞ‘ê ku di nav amadekariyên êrişê de bûn, hat lidarxistin. Di encama vê operasyonê de 3 çeteyên vê koma terorîst hatin girtin.

Her wiha di operasyonê de; 10 mayin, 1 motor (ji bo teqandinê amadekirî), 1 AK-47, 16 funye, 35 telefon, 27 destikê biçuk, 10 kilo TNT, 200 metre kabl, 2 dûrbîn, 1 erebeyek bombebarkirî û gelek amûrên sabotajê hatin desteserkirin. Erebeyê ku hat girtin ji bo êrişeke berfireh hatibû amadekirin. Bi vê operasyonê ve pêşiya vê êrişê hate girtin.

Li gorî îfadeyên serokê şanayê Ebû Îbrahîm; ew talîmatan ji çeteyek ku niha di Serêkaniyê de ye digirtin û amadekarî dikirin ku di cejna Remezanê de li gelek cihan bi çalakiyên sabotajê sivîlan hedef bigirin. "