Yekîneyên Antî-terorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD-HSD) ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror di navbera 11-17’ê Gulanê de li Dêra Zorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê oprasyonek pêk anîne.
Li gorî rapora Hawar Newsê, QSD’ê li ser operasyonê agahî da û ragihand: “Yekîneyên Antî-Terorê di navbera 11-17’ê Gulanê de li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên li herêma Dêra Zorê operasyonek pêk anîne.
Di operasyona li bajarokê Bûsêra pêk hat de, di şerê ku çeteyên DAIŞ’ê da destpê kirin de 2 çete hatin kuştin, çeteyekê jî bombeya li ser xwe teqand. Di operasyonê de 4 çete bi saxî hatin girtin û rêjeyek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
Di operasyona li bajarokkê Daşîşayê hate kirin de jî çeteyekî ku ji Tirkiyê hatibû herêmê bombeya li ser xwe teqand. Di vê opersyonê de jî rêjeyek çek û cebilxane û dîsa telefonên destan hatin desteserkirin.
Di operasyon li bajarokê Şihêlê de jî, di şerê qewimî de çeteyk hate kuştin, 3 çete jî bi sax hatin girtin. Her wiha di operasyonê de çeteyekî jî bombeya li ser xwe teqand. Di operasyon li virjî rêjeyek çek û ciebilxane hatin desteserkirin.