Hêzên dagirker li Til Temirê zeviyên çandiniyê şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315999-hêzên_dagirker_li_til_temirê_zeviyên_çandiniyê_şewitandin
Çete û leşkerên artêşa Tirkiyê gundêwarên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin û zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitndin. Dagirkeran rê nedan tîmên agirkujiyê ku agir vemirînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Hêzên dagirker li Til Temirê zeviyên çandiniyê şewitandin

Çete û leşkerên artêşa Tirkiyê gundêwarên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin û zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitndin. Dagirkeran rê nedan tîmên agirkujiyê ku agir vemirînin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê eva derbasbûyî gundên Qasimiyê û Dirdara yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ketin. Şewat heta niha berdewam e.

Hêzên Asayîşê û tîmên agirkujê xwestin xwe bighînin cihê şewatê ji aliyê hêzên dagirker ve hatin gulebarankirin.Her wiha hate diyarkirin ku leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Dirdara bi obusan topbaran dikin.