HSD‘ê li Dêrazorê hejmarek çeteyên DAIŞ‘ê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315973-hsd_ê_li_dêrazorê_hejmarek_çeteyên_daiŞ_ê_girtin
Yekîneyên Taybet ên HSD‘ê li Dêrazorê bi çalakiyekê hejmareke terorîstên DAIŞ‘ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 19:41 Asia/Tehran
  • HSD‘ê li Dêrazorê hejmarek çeteyên DAIŞ‘ê girtin

Yekîneyên Taybet ên HSD‘ê li Dêrazorê bi çalakiyekê hejmareke terorîstên DAIŞ‘ê girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koalîsyona Navnetewî  li gundewarên rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ‘ê pêk anîn. Di encamê de hejmarek endam û fermandarên şaneyên DAIŞ‘ê hatin girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin."