Civata Ewlekariyê ya NYê derbarê rewşa Sûriyê de civiya
Civata Ewlekariyê ser bi Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Sûriyê de û metirsiyên koronayê bo ser wî welatî civîneke taybet bi rêya online li dar xist.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Sûriyê Geir Pedersen beşdarî civînê bû û got, korona hêj nebûye gefeke ciddî bo ser Sûriyê, lê muhtemel e di her demekê de metirsî zêde bibin û pirsgirêkên mezin derkevin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen got: “Min bihîstiye ku Covid-19ê heta niha li Sûriyê negihiştiye astekî metirsîdar, lê hêj tirsa wê yekê heye ku bigihe wê astê. Hestekî min ê nîgeraniyê yê kûr heye, ji ber niha herçiqas asta tundûtûjiyan kêm bûye, lê hêj berdewam in û dibe di her kêliyekê de zêde bibin.”
Neteweyên Yekbûyî derbarê koronayê de hevkariya mirovî pêşkêşî Sûriyê dike, Balyoza Amerîkayê jî li Civata Ewlekariyê îdia kir ku hikûmeta Sûriyê bi piştîvaniya Rûsya û Çînê astengiyan bo gehandina wê hevkariyê bo xelkê navçeyên derveyî kontrola Şamê derdixin û gelek caran gihandina hevkariyan zêdeyî mehek pê diçe.
Amerîka daxwazê ji hikûmeta Sûriyê dike ku girtiyan azad bike û herwiha hikûmeta Esed bi wê yekî tohmetbar dike ku krîza koronayê di berjewendiya xwe de bikar tîne.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, heta niha li Sûriyê 64 kes bi koronayê ketine, 58 kes li navçeyên di jêr kontrola hikûmetê de ne û 6 kesên din jî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne û heta niha jî ti kesekî bi Coronayê ketibe li bakurê rojavayê vî welatî nehatiye tomarkirin.