HSD‘ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ‘ê çalakiyek pêk anî
Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrazorê bi çalakiyekê hejmareke çeteyên DAIŞ‘ê girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya twîtterê belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ‘ê pêk anîn. Di encamê de hejmarek endam û fermandarên şaneyên DAIŞ‘ê hatin girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin."