Çeteyên DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê 7 kes bi dar ve kirin
May 18, 2020 18:28 Asia/Tehran
Çeteyên DAIŞ`ê çalakiyên xwe li çolistana Sûriyê berdewam dikin. Çeteyan 7 kesên ku destekê didin hêzên hikumeta Sûriyê, bi dar ve kirin.
Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê di navbera gundewarên Dêrazorê û û El-Suxna ya li dawiya çolistana rojhilatê Humsê, 7 kesên ku piştgiriya hikumetê dikin, darve kirin.
Ev bûyer piştî ku çeteyên DAIŞ`ê rêya di navbera Şam û Dêrazorê de li nêzî herêma Kebacib de qut kiribûn û erebeyeke ku efserekî hêzên hikumetê tê de bû desteser kiribû û tevî leşkerêntê de û jinekê birin û hemû kuştin, pêk hat.