Kobanî; 80 hêktar genim şewitî
May 18, 2020 07:24 Asia/Tehran
Duh derdora 80 hiktar zeviyên gundên rojavayê Kobanê şewitîn.
Li gorî rapora PUK Media'yê, Ew buyerên par ku daxil û genimên xelkê kurd li Kobanê û Cizîrê diahtin şewtandin, îsal jî careke din dest pê bûn, lê wek tê gotin ku leşkerên Tirkiyê gule
davêjin navçeyên rojhilata ava firatê û di encamê de agir bi dexil û genimên xelkê dikeve.Her weha li gorî nûçeyeke ANHA`Yê ku Artêşa Tirkiyê bi zanabûn ji herêma Cerablusê gule ber bi beravên rojhilatê çemê Firatê barandin, ji ber vê di zeviyên genim û ceh ên di navbera gundên Zor Mixar li rojavayê Kobanê û bajarokê Şiyûx de şewateke mezin çêbû. Di encamê de zêdetirî 40 hiktar şewitîn.