Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Şêrawa û Şêra topbaran dikin
May 17, 2020 06:47 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, di van kêliyan de, gundên navçeya Şera jî bi dijwarî topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji vê sibeyê gundên Şêrawayê yên wekî Aqibê, Soxanekê, Bêne Xiribkê û Dircemalê topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, Niha piştî çend saetan bi dû topbarana gundên Şêrawayê, topbarana gundên Şerayê yên wekî Malikiyê, Şiwarxa, Kela Şiwarxa, Meranazê, Irşadiyê û Tatmeraş, bi dijwarî daye despêkirin.
Der barê encama topbarana dagirkeran heta niha ti agahî nehatin bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye ku gundên navborî ev demeke dirêj e bûne armanca artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, gelek caran di encama êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyan de, sivîl di nav de jin û zarok jî dibin qurbanî.