Kurdên Sûriyê: Dewleta Tirkiyê li ber çavên me agir berdidin zeviyên me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315882-kurdên_sûriyê_dewleta_tirkiyê_li_ber_çavên_me_agir_berdidin_zeviyên_me
Kurdên Sûriyê yên deverên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagîr kirine dibêjin: Zeviyên ku me bi hezaran zehmetî çandine niha dibin qurbaniya kiryarên hovane yên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2020 04:06 Asia/Tehran
  • Kurdên Sûriyê: Dewleta Tirkiyê li ber çavên me agir berdidin zeviyên me

Kurdên Sûriyê yên deverên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagîr kirine dibêjin: Zeviyên ku me bi hezaran zehmetî çandine niha dibin qurbaniya kiryarên hovane yên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bi awayekî eşkere agir bi zeviyên şêniyên gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî dixin.

Şêniyan amadekariya dirotin û hildana hasil û daxil û danên xwe dikirin, lê artêşa Tirkiyê û terorîstên ku gund û bajarên kurdên Sûriyê dagir kirine mal û milkên xelkê dikin hedef û agir berdidin wan an jî wan talan dikin. Beriya salekê ku di encama kiryarên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de bi hezaran donûmên gel şewitîn, niha jî heman kiryarî dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dikin.

Şêniyên gundê Bîrzinar ku dikeve rojavayê Girê Spî bi awayekî xemgîn şewata zeviyên xwe temaşe dikin. Şêniyan xemgîniya dibêjin:Ew li ber çavên me agir berdidin zeviyên me û ber çekên xwe ber bi me diki, neke ku em ji bo temirandina agir karekî bikin.

Koçbereke gundê Xirbet Beger ya bi navê Xatûn dema ji dûr ve li agirê ku bi zeviya wê xistine temaşe dike, got: “Ez nikarim şêwata zeviya xwe vemirînim.”

Gelek ji kurdên din jî ku hîn nobeta şewatê negihêştiye wan dibêjin: Me bi hezaran zehmetî zeviyên xwe çandin, niha dibin xeteriyê de ne.