Li Efrînê dîsa teqînek çêbû
May 15, 2020 06:04 Asia/Tehran
Derbarê Teqîna duh Çarşemiyê li bajarê Efrînê ya bin dagîrkeriya dewleta Tirkiyê û komên çete de ti agahiyên nuh neketine ber dest.
Li gorî rapora PUK Media'yê, Duh li bajarê Efrînê li ser rêya Reco li pişt nexweşxaneya Cîhan teqînek çêbibû, kuştî û birîndar jî hebûn lê heta niha hijmara wan ne diyar e û ti alîyekî teqîn lixwe ne girtiye.
Ji dema dagîrkirina Herêma Efrînê carcaran teqîn rû didin û di encamê de ziyanên canî û madî çêdibin û welatî jiyaneke ne-aram dijîn.