Li Hemayê şer di navbera artêşa Sûriyê û komên terorîst de derket
Ji bo yekem car, ji dema ragihandina agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê li 6ê Adarê, şerek giran di navbera terorîstên Sûriyê û Artêşê de li wê navçê derdikeve.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî çekdarên Opozisyonê li navça Sehil Elxab li bakurê rojavayê Hemayê êrîşî Artêşa Sûriyê kirin û di encam de, di navbeyna her du aliyan de şerekî giran qewmî û bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin.
Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkiriye, ku şereke giran di navbera artêşa Sûriyê û hejmarek ji rêxistnên dijberiya Sûriyê di serê wan de rêxistna Huras Eldîn li bakurê rojavayê Sûriyê derket û di encamê de derdora 30 serbazên Sûriyê û 13 terorîst ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike hatin kuştin.
Li gor îdiaya Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirovî ev hejmara kuştîyan zêdetirîn hejmare kuştiyên artêşa Sûriyê ji dema raghandina agirbestê ye û Ev Rewangeh dibêje ku Artêşa Sûriyê li ser agirbesê emekdar bû, lê komên terorîst agirbes binpê kirin û ev şera dane despêkirin û artêş xafil bûye.
Rêxistna terorîstî ya Huras Eldîn çend hezar çekdarên xwe hene ku di nav wan de çekdarên ne Sûrî jî hene, û ji wan rêxistnên bi ser Deseteya Tehrîr Elşam ve ye.
Li gor Rewangehê li gel destipêkirina şer artêşa Sûriyê jî dest bi mûşekbaran kirina navçeya Sehil Elxab û derdora Idilb kir û di encamê de 13 terorîst hatin kuştin.