Li bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê hate dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315740-li_bakur_û_rojhilata_sûriyê_qedexeya_hatûçûnê_hate_dirêjkirin
Li herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 20:52 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê hate dirêjkirin

Li herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê qedexeya hatûçûnê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de, qedexeya derketina derve heta dawiya bêhinvedana Cejna Remezanê dirêj kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye, qedexe ji saet 7ê êvarê heta 6ê sibehê ye  û di demên din de jiyan asayî ye. Welatî dikarin, ligor rênimayên tendirustiyê karên xwe bikin. Di berdewamiya qedexeyê de, fermangehên Rêveberiyê, dibistan, zanîngeh  û dergehên sînorî girtî dimînin.

Rêveberiya Xweser ragehandiye ji ber dû haletên tûşbûna vîrusa Koronayê  li Hesekê derketin,  ev biryar wî bajarî li xwe nagre û rêveberiya Cizîrê  rêkarên pêwîst û li gor rewşa Hesekê digire ber xwe.