Dewleta Tirkiyê dîsa gundên Girê Sipî bomberdûman kirin
May 11, 2020 04:22 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê ya bakura Sûriyê dagîr kiriye û çeteyê wê bi topan li Kampa Eyn Îsa, gundên Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî bomberdûman kirin.
Dewleta Tirkiyê û çeteyê wê duh bi topan li Kampa Eyn Îsa, riya M4 a li ber kampê, gundên Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî bomberdûman kirin.
Tê diyarkirin ku ji ber bomberdûmanê agir bi mal û zevîyên li herêmê ketin.
Her roj dewleta Tirkiyê û çeteyên wê deverên derdora navçên dagîrkirî li bakur û rojhilata Sûriyê topbaran û bomberdûman dikin û ji ber van kiryarên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê piranî xelkê sivîl û bê çek dibin gorî.