‘Heta venegerim Efrînê, birînên min nakewin’
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315706-heta_venegerim_efrînê_birînên_min_nakewin’
Reşîd Osman ê ku di komkujiya Mehmûdiyê ya beriya du salan birîndar bibû, dibêje ku heta li Efrînê vegenere, birînên wî nekewin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2020 14:27 Asia/Tehran
  • ‘Heta venegerim Efrînê, birînên min nakewin’

Reşîd Osman ê ku di komkujiya Mehmûdiyê ya beriya du salan birîndar bibû, dibêje ku heta li Efrînê vegenere, birînên wî nekewin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, 16‘ê Adarê wekî rojeke reş di dîroka Kurdan de tê hesibandin ku nayê jibîrkirin. Dewleta Tirkiyê bi zanebûn di salvegera komkujiya Helepçe ya ku Seddam pêk anîbû de, komkujiyek li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê pêk anî.

Di wê rojê de balafirên dewleta Tirkiyê kerwanê sivîlan ê hewl dida xwe ji zulm û hovîtiya Tirkiyê û çeteyên wê xilas bikin û koçberî bajêr dibûn kirin hedef. Xwîna sivîlan di kolanên Efrînê de diherikî. Qêrîna dê û bavan bi ser bajar diket.

Di komkujiyê de şêniyê bi navê Reşîd Osman ê gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê dema hewl dida malbata xwe ji hovîtiya dagirkeran xilas bike birîndar bû. Osman niha li beşa rojavaya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dimîne.

Reşîd Osman hin bûyerên ku di wê demê de li Efrînê rû dan bi bîr anî û got: “Me li gund qasî meh û nîvekê li hember êrişên hovane yên Tirkiyê li ber xwe da. Ji ber êrişên bê serûber ên li ser malên sivîlan û ji bo parastina zarokan em neçar man ku koçberî navenda bajêr bibin.”

‘KERWANÊ SIVÎLAN DU CARÎ HAT HEDEFGIRTIN‘

Malbata Osman di nav kerwanê şêniyên ê ku diçû Efrînê de bû. Firokeyên Artêşa Tirkiyê kerwanê sivîlan kirin hedef. Osman rûdanên wê rojê wiha vegot: “Balafirên dewleta Tirkiyê du caran li ser hev sivîl kirin hedef. Cara yekê  hacizê gundê Tirindê kirin hedef. Di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin. Piştî em gihiştin bajarê Efrînê dagirkeran li taxa Mehmûdiyê êrişî sivîlan kirin. Li wir komkujiyek mezin pêk anîn. Di komkujiyê de bi dehan sivîl hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn."

JI MALBATÊ 7 KES BIRÎNDAR BÛN

Osman destnîşan kir ku di hedefkirina kerwanê sivîlan de, 7 ferdên malbata wî û malbata birayê wî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên meydanî yên li Şehbayê. Reşîd jî ku bi giranî ji zik, pişt, lingê û destê xwe yê rastê birîndar bû yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Helebê.

‘HETA VENEGERIM MALA XWE BIRÎNÊN MIN RIHET NABIN‘

Reşîd Osman diyar kir ku wî 3 emeliyet kirine, lê hîn jî ji ber lingê xwe êşê dikşîne û nikare bilivîne. Ji ber ku bandora parçeyên bi xurtî li hestiyên wî kirine, hestî reş bûne û kêm girtine.

Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku wan dizanîn em sivîl in, lê em kirin hedef. Hemû dewlet li hemberî sûcên Tirkiyê û komkujiyên wê yên li Efrînê, bêdeng in." Heta venegerim Efrînê û mala xwe, wê birînên min nekewin."