45 Rêxistnên Sûrî daxwaza parastineke Navdewletî ji bo Efrînê dikin
Rêxistnên qanûnî yên Sûrî banga parastineke navdewletî ji bo Herêma Efrînê dikin.
Li gorî rapora malpera PUK Media'yê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kirîye ku 45 rêxistinên qanûnî yên Sûrî di daxuyanîyeke hevbeş de banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo rêgirtina li ber artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve da ku wan binpêkirinên li Efrînê çêdibin rawestînin.
Di daxuyanîyê de hatîye, ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Tirkiyê û komên wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên cihêreng derheqê gelê me de hatine encamdan û rojane Kuştin , Revandin , Derwarkirina bi darê zorê, û bicihkirina koçberên Ereb di nav mal û samanên Kurdan de pêk tên.
Li gorî daxuyanîyê, amaje hatiye kirin ku komên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwediyên wî bajarî pêk tînin. Bi gotina wan armanca Tirkiyê û wan çekdaran ji vê yekê nehiştina pênaseya Kurdî ye li wî bajarî da ku Kurd dest ji mal û samanên xwe berdin û koçber bibin û demografiya Herêma Efrînê were guhertin.