Bi dehan rêxistinên Sûrî daxwaza parastina Efrînê dikin li hember hovîtiyên artêşa Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315632-bi_dehan_rêxistinên_sûrî_daxwaza_parastina_efrînê_dikin_li_hember_hovîtiyên_artêşa_tirkiyê
Bi dehan rêxistnên sivîl yên Sûriyê banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo parastina bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê li hember zilm û zordariya artêşa Tirkiyê û çeteyên wê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2020 15:27 Asia/Tehran
  • Bi dehan rêxistinên Sûrî daxwaza parastina Efrînê dikin li hember hovîtiyên artêşa Tirkiyê

Bi dehan rêxistnên sivîl yên Sûriyê banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo parastina bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê li hember zilm û zordariya artêşa Tirkiyê û çeteyên wê.

Rêxistina çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, 45 rêxistinên sivîl yên Sûriyê di daxuyanîyeka hevbeş de banga destwerdaneka nêvdewletî dikin ji bo ragirtina êriş û zordariyên artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve li dijî sivîlan li devera Efrînê.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên mafên mirovî di derheqê welatîyên wî bajarî de hatine encamdan û rojane kuştin, revandin û bicihkirina koçberên ereb ji aliyê wan ve tên kirin.

Li gor daxuyanîyê,Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di dawî raporta xwe de amaje kirîye ku komên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwediyên wî bajarî encam didin. Bi gotina wan, armanca Tirkiyê û wan çekdaran ji vê yekê, nehîştina nasnameya Kurdî ye li wî bajarî da xelkên wir dest ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin û demografiya deverê biguherin.