ENKS û PYDê di warê siyasî de li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315610-enks_û_pydê_di_warê_siyasî_de_li_hev_kirin
ENKS û PYD piştî çendîn civîn û hevdîtinan, di warê siyasî de li hev kirin û biryar e di rojên pêş de jî derbarê pirsên serbazî û rêveberiyê de gotûbêjan bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2020 17:48 Asia/Tehran
  • ENKS û PYDê di warê siyasî de li hev kirin

ENKS û PYD piştî çendîn civîn û hevdîtinan, di warê siyasî de li hev kirin û biryar e di rojên pêş de jî derbarê pirsên serbazî û rêveberiyê de gotûbêjan bikin.

Jêderên taybet ji Rûdawê re ragihandin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştiya Amerîkayê berdewam in û wan di warê siyasî de li hev kirine û tu pirsgirêk di navbera wan de nemane.

Çavkaniyên taybet ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku PYD û ENKS li ser pêşeroja herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendiyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirine û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.

Frensa jî piştgiriya wê projeya Amerîkayê dike.

Endamê meclîsa PYD Ebdulkerîm Sarûxan jî ji Rûdawê re got, êdî dem hatiye ku Kurd rêza xwe bikin yek.

Sarûxan herwiha got, dema wê hatiye ku lêvegereke siyasî ji bo Kurdên Sûriyê çêbibe û astengên ku berê hebûn nemînin.

Roja 26ê Nîsana îsal, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê kiribûn û bi giştî li gel 22 partiyên Kurdî û bi taybet partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî têkildarî serdana şanda Amerîkayê û hevdîtinên wê şandê li gel partiyên Kurdî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû, ku ew civîn û hevdîtin di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî de û ji bo yekrêziya aliyên kurdî li herêmên kurdî yên bakur û rojhilata Sûriyê de bûye.