Karwanekî mezin ê Rûsî ji Helebê gihêşte Qamişlo
May 07, 2020 05:37 Asia/Tehran
Karwanekî mezin ê artêşa Rûsyayê ji Helebê li ser riya M4 gihişte balafirxaneya Qamişlo.
Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo ragihand ku karwanekî mezin ê hêzên Rûsî gihêşte balafirgeha Qamişlo.
Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, dema ku karwanê Rûsî gihêşte Til Temirê, artêşa Amerîkayê rê li ber wê girt, lewma naçar bû riya xwe biguhere.
Herwiha peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku ew karwanê Rûsî bi rêya Zirgan-Dirbêsiyê xwe gihande Qamişlo.
Berî niha jî çendîn caran li deverên curbiccur li bakur û rojhilata Sûriyê hêzên Rûsî û Amerîkî rêgirî li hev kirine.
Balafirgeha Qamişlo û çend cihên din ên stratejîk li wî bajarî di bin kontrola hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve de ne.