Li Serê Kaniyê çekdaran çekên xwe danîn û xalên xwe bicî hêştin
Weke nerazîbûna li hemberî şandina wan bo Lîbyayê, hejmareke mezin ji çekdarên grûpa Sultan Murad li Serê Kaniyê çekên xwe danîn û xalên xwe yên leşkerî bicî hiştin.
Li gor çavkaniyên xwecehî li Serê Kaniyê û Girê Sipî di navbera çekdaran û fermandarên wan û artêşa Tirkiyê de nakokî derketin.
Li gor zanyariyan vê carê bi awayekî aşkere çekdarên grûpa Sultan Murad daxwaza dewleta Tirkiyê ji bo şaandina wan bo Lîbyayê red kirin û bi sedan çekdaran çekên xwe danîn û biryar dan dest ji leşkeriyê berdin.
Her li gor çavkaniyên Rûdawê, ev zêdetirî 3 meh e, wan çekdaran meaşê xwe ji Tirkiyê wernegirtine, ev jî sedemeke din ya nerazîbûna wan e.
Ev di demekê de ye ku Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raportekê de aşkere kiribû ku Tirkiyê heta niha 7 hezar û 400 çekdar ji Sûriyê şandine Lîbyayê û zêdetirî 250 kes ji wan çekdaran jî hatine kuştin.